Silêmanî | Karmendek ji ber dizîya 2 milyar dînarên elektrîkê hate girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navenda elektirîkê ya Silêmaniyê, ji ber dîzîna bi qasî 2 mîlyar dînaran berpirsek hatiye desteserkirin û tê gotin, destê payebilindên Silêmaniyê jî di wê diziyê de heye.
Rêveberê giştî yê elektrîka Silêmaniyê Enwer Heme Seîd eşkere kir, tohmetbar karmendê beşa jimêryarî (mahasebe) a elektirîka Silêmaniyê ye û bi tometa dizîna du milyar dînar hatiye girtin.
Li gorî zanyariyên medyayî, hêzên ewlekariya bajêr ew karmend bi tometa dizîna pere girtine û li xwe mikur hatiye û gotiye, amade ye 400 milyon dînarê diziyê vegerîne.
Tê gotin ku wî fermanberî bi alîkariye berpirsekî payebilindê bajêr ew dizî kiriye.
Li gorî hin agahiyan, pereyê hatiye dizîn ne yê hemwelatiyan e, lê yên projeyê elektrîka Silêmaniyê ye.
Nivîskar û çalakvanê Silêmaniyê Omîd Ebdullah ji BasNewsê re gotiye: “Desthilatdarên Silêmaniyê her tim bi xwe sedema sereke ya dizî û talankirinê bûne, ji ber wê jî dema karmendekî bajêr bi tometa diziyê tê girtin, dibe ku karmend bi alîkariya berpirsekî payebilind li Silêmaniyê ew dizî kiribe.”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.