Li Dîlokê (Gaziantep) navê Narîn dane 2 parkan

Li Dîlokê (Gaziantep) navê Narîn dane 2 parkan

PeyamaKurd – Piştî li Amedê li navça Rezan li gundê Tavşantepe ‘Narin Güran’ a 8 salî hat kuştin û di medyayê de mijar gelek belav bû û heya niha kujerê wê diyar nîne, navê ‘Narin Güran’ li bajarê Entabê (Gaziantep) li navça Şehitkamil dane 2 parkan.

Di vekirina parkê ya li taxa Kuzeyşehirê de, wekîlê seroke grûba CHPê Ali Mahir Başarır, ragihand ku ji bo jiyandina navê ‘Narin’ park gelek girînge. Başarır got ku vekirina parkê li ser xêrê be û weha dewam kir:

“Vekirina parke bi vate ye. Sipasiya şaredarê me dikim. Ji bo jiyandina Narinan me vê parkê vekir û navê wê kir navekî nemir. Wê ev park her bijî û dê ev park bibe remza ‘Narin’ û kesên weka ‘Narin’. Ji xwe ev kiryar, li Entabê dihat.”

Şaredarê Şehitkamilê Umut Yılmaz jî vekirina parkê pîroz kir û got:

“Weka dewama vê parkê, li hemberê wê li aliyê dinê yê rê, me parkekî weka vê ava kir. Li ser navê ‘Narin’ me 2 parkan ava kir. Me baxçên çayê tê de vekir. Bila parka me ji zarokan re diyarî be, ji we re li ser xêrê be.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.