Netenyahu balyozekî nû ji bo DYAyê tayîn kir

Netenyahu balyozekî nû ji bo DYAyê tayîn kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ji bo Washingtonê balyozê nû yê ku berê şaredarê Şerîa Rojava bû, yê bi navê Yechiel Leiter tayîn kir. Ragihandina tayîna balyozê nûh ji aliyê beşa çapemeniyê ya serokwezîrtiya Îsraîlê de hat kirin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Leiter li DYAyê hatiye dinyayê û kurê wî Moşe Yedidya Leiter, di 10.11.2023an de, di şerê li Şerîda Xezzayê de miriye.

Dibe ku Leiter piştî Trump dest bi serokatiya DYAyê bike, dest bi karê xwe bike.

Li gor xebera di rojanma Jerusalem Postê de, Leiter berê li Şerîa Rojava li devera El Xelîlê li ser axa Fîlîstîne şaredariyê kiriye.

00000

Di êrîşa Îsraîlê ya ser Balbeka Lubnanê de 20 kes mirin û 14 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ji hewa de êrîşê bir ser navça Balbekê ya li Lubnanê kir, di encamê de 20 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.

Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê beşa navenda lezgîn ya operasyonan mijarê ragihand. Parêzgerê el-Hirmilê Beşir Hadr jî bûyerê piştrast kir.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.