Xamineyî: Îsraîlê xeletî kir!
PeyamaKurd – Xamineyî diyar kir ku ew ê bi bersivdayîna êrîşa Îsraîlê hêza xwe nîşan bidin.
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê de bi Îbranî nivîsî û got: “Rejîma Siyonîst di hesabên xwe yên derbarê Îranê de xeletî kir.”
Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser baregehên leşkerî yên Îranê de nivîsek bi zimanê Îbranî parve kir.
Xamineyî di peyama xwe de got: “Rejîma Siyonîst di hesabên xwe yên derbarê Îranê de xeletî kir, em ê nîşanî wê bidin ku neteweya Îranê xwediyê çi hêz, şiyan, destpêşxerî û îradeya çawa ye.”