Wezîrê navxwe Yerlikaya: Di xwepêşandanên qeyyûman de 235 kesan xist binçav

Wezîrê navxwe Yerlikaya: Di xwepêşandanên qeyyûman de 235 kesan xist binçav

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku di tayînên qeyyûman de, kesên ku narazîbûna xwe diyar kirine û ketine nav çalakiyan, heya niha ji wan 235 kesan xistine binçav.

Kesên hatine binçavkirin, bi sedema tayînkirina qeyyûman yên li Batmanê, Xelfetî û Mêrdînê ku li hemberê qeyyûman nerazîbûna xwe diyar kirine û ketine nav çalakiyan, wan xistine binçav.

Her weha ew kesên ku di ser medya civakî de, nerazîbûna xwe diyar kirine û di daxwuyaniyên wan de sûc hatine tesbîtkirin, jimara wan 217ye û di derbarê xwediyên hesaban de sûc hatiye ragihandin.  Li ser tayîna qeyyûman yên şaredarên DEM Partiyê Yerlikaya got:

“Em îznê nadin ku kesekî bi şiddetê Tirkiyê tehdîd bike. 235 kesên ku li bajarên cuda li hemberê tayîna qeyyûman ketine nav tevgeran, li 47 bajaran me 235 kesan xistiye binçav. Di derbarê sûcên ku di ser medya civakî de hatine kirin de, em di derbarê rêvebirên wan hesaban de ku 217 kesin, ketine nav tevgerê.”

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.