Di navbera hêzên Îranê û Komala de şer derket û rêvebirekî Komalayê can da
PeyamaKurd – Li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Merîwanê di navbera hêzên asayîşa Îranê û Komala Zahmetkêşên Kurdistanê de şerekî tund derket û di encamê de serpereştekî Komalayê, di şer de can da.
Li gor ragihandina Rûdawê; kesê serpereştê Komalayê endamê komita nawendiye û hem berpirsê komisyona leşkerî, Rebwar Kerîmiyan e.
Li gor ragihandinê; şerê navbera Pêşmergên Komalayê û Pasdarên Îranê heya Pênşemê piştî nîvro dewam kiriye. Hêzên Îranê herêmê bi çekên giran bombe kiriye.
Fermandarê Parastina Sînor yê Îranê Ahmad Ali Gudarzi jî şer piştrast kir û got ku di şer de Rebwar Kerimiyan can daye û gelek kes jî birîndarin.
Rebwar Kerimiyan di sala 1980an de li bajarê Merîwanê li gundê Darseranî hatiye dinyayê û di sala 2001an de tevlî refê Pêşmergên Komalayê bûye.