Balyozê Çînê ragihand ku Herêma Kurdistanê di Rojhilata Navîn de ciyê wê yê stratejîk heye

Balyozê Çînê ragihand ku Herêma Kurdistanê di Rojhilata Navîn de ciyê wê yê stratejîk heye

PeyamaKurd – Balyozê Çînê yê Erbîlê Luo Jun, bi sedema damezrandina 75em ya Komara Gel ya Çînê, di resepsiyonê de (19 Êlûn 2024) axifî. Luo Jun di axaftina xwe de got ku ew biryara Herêma Kurdistanê ya alavên bi elektrîkê kar dikin ku dê ji wan baca gumrikê nestînin, ji biryarê razîne.

Balyoz, bi sedema tevlîbûna resepsiyonê ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî memnûniyeta xwe ragihand û got ku Çîn di salên dawiyê de hemparekî girînge û Herêma Kurdistanê di Rojhilata Navîn de xwediyê ciyekî stratejîke. Balyoz, weha dewam kir:

“Çîn girîngiyê dide Herêma Kurdistanê, pêşdebirina têkiliyên duqolî û koordînasyonê û ev potansiyel heye. Hevkariya navbera Çînê û Herêma Kurdistanê wê ji bo her dû terefan jî fêde bide. Hebûna beşa zimanê Çînî li zankoya Selahaddînê, îşareta di seha çandî û sehayên din de ku têkiliyên me pêşde diçin. Rakirina baca gumrikê ya ser alavên elektrîkî ji aliyê Herêma Kurdistanê de, me gelek dilxweş kiriye.”

Encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê di hefta borî de ji bo parastina hawirdorê, biryarê dabû ku baca gumrikê ji alavên elektrîkî yên îtxal nestîne.

Wezîrê karên navxwe û hem wekîlê ofîsa karên derve yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed jî ragihand ku dewleta Çînê di şertên zahmet de balyozxana xwe li Erbîlê vekiriye. Rêber Ahmed di resepsiyonê de pîrozbahiya 75em saliya avakirina dewleta Çînê pîroz kir. Ahmed, ji ber desteka Çînê ya ji bo Kurdistanê, sipasiya Çînê kir û got:

“Di sala 2014an de hebûna nûnertiya Çînê ya Herêma Kurdistanê biryarekî bi qedir bû. Di dema şerê bi DEAŞê re nûnertiya Çînê li Erbîlê hat danîn û ev jî nîşan dida ku Çîn bi Kurdistanê re eleqedare.

Çîn xebitî da bazirganiya xwe, çavkaniyên mirov, çand û danûsitendina zanistî pêşde bibe û bir jî. Vebûna beşa zimanê Çînî di zankoya Selahahddîn de û vebûna beşa Kurdî li zankoya Pekînê, nîşan didin ku têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê çiqas xwurt in.

Hukumeta Kurdistanê xebitî da bi balyozên welatên biyanî re di seha aboriyê, çand û zanistê de têkiliyên xwe pêş bixe. Di vê çarçovê de, di seha îstîhdamê de ji 300an zêdetir kesên xebatkarên dewletê fêde dîtin.

Li Kurdistanê gelek şîrketên Çînê xebatê dikin û di bazarê de berhemên Çînê ciyê xwe girtine.”

Ahmed, balê kişand ser mijara vîzê ku Çîn bide karsaz û bazirganên Herêma Kurdistanê an hêsaniyê bixe mijara vîzê, da têkiliyên bazirganî yên navbera her dû terefan xwurt bibin.

Ev nivîs 19009 car hatiye xwendin.