SAROS: DEM Partiyê rayên xwe zêde kir û bû partiya sêyemîn
PeyamaKurd - Di rapirsiyekê de derkete holê ku DEM Partiyê piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara îsal, rayên xwe zêde kiriye û li gelemperiya Tirkiyeyê bûye partiya sêyemîn.
Li gorî rapirsiya Kompaniya Lêkolînan a Sarosê, rayên DEM Partiyê zêde bûne û partî derketiye rêza sêyemîn.
Kompanya Lêkolînan a Sarosê, encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Rojeva Tirkiyeyê û Siyaset”ê ku di navbera 4 û 11ê Îlonê de hatiye kirin, belav kirin.
Li gorî rapirsiya ku li gel 3 hezar û 126 kesan û bi rêya telefon û kompûteran hatiye kirin, rêjeya rayên CHPyê ji sedî 34,1 e ku di hilbijartina parlamentoya ya 14ê Gulana 2023yan de ji sedî 25,35 bû.
Li gel vê yekê, rêjeya dengên DEM Partiyê jî zêde bûye û derketiye ji sedî 9,4an.
DEM Partî bi vê rêjeyê bûye sêyemîn partiya Tirkiyeyê.
Her wiha rêjeya rayên AKPê jî li gorî hilbijartinên parlamenê yên 14ê Gulana 2023yan kêm bûne û daketiye ji sedî 30,3an.
Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên partiyên siyasî wiha ye:
- CHP: Ji sedî 34,1
- AK Partî: Ji sedî 30,3
- DEM Partî: Ji sedî 9,4
- MHP: Ji sedî 8,7
- Yenîden Refah: Ji sedî 4,9
- ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,8
- Partiya Zafer: Ji sedî 2,6