Wêneyê Galîp Ensarîoglû û apê Narîn Guranê derket holê

Wêneyê Galîp Ensarîoglû û apê Narîn Guranê derket holê

PeyamaKurd - Derket holê ku parlamentê AKPê yê Parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê Galîp Ensarîoglu, bi apê Narîn Gurana 8 salî ku li Amedê hatibû kuştin Salim Guran ku bi tawanbariya kuştina wê hate girtin re li parlamena Tirkiyeyê hevdîtin pêk aniye.

Hevdîtina li kulîsên parlamena Tirkiyeyê, bi wêneyekî ku tê de Galîp Ensarîoglû û Salim Guran bi hev re rûniştîne teqez bû.

Di wêneyê ku di demeke hîn termê Narînê nehatibû dîtin û lêgerîn didomiyan de hatiye kişandin de Galîp Ensarîoglû, Salim Guran û du kesên din li kûlîsa parlamenê bi hev re rûniştî ne û çay vedixwin.

Piştî ku wêne di medyaya civakî de belav bû û bertekên tund li dijî wî hatin nîşandan Galîp Ensarîoglû di derbarê wêne de daxuyaniyekê belav kir û got: "Zilam (Salim Guran) li gel keyayan hatibû bi parêzgar, qeymeqam û herkesî re hevdîtinan kiribûn. Ew roj serdana min jî kirin. Serdan nayê bîra min jî."

Di dema ku bûyera kuştina Narîn Guran hîna mîisoger nebûbû û termê wê hîn wenda bû de Parlamenê AKPê Ensarîoglû di derbarê apê Narînê, Salim Guran de gotibû ku "Ew dostên me ne."

Ji ber li hember vê gotina wî jî bertekên tund lê hatin kirin Galîp Ensarîoglû di derbarê wê gotina xwe de jî qebûl kir ku wî ew gotin kiriye û dom kir: "Erê, min gote dostên me ne. Bapîrê ku 20 sal berê mir dostê min e. lê belê weke ku min ew (Narîn Guran) kuştibe tême tawanbarkirin."

Di lêpirsîna kuştina Narîn Guranê ya li Amedê de apê Narînê Salim Guran, kesê yekem ê ku hate girtin. Girtiyekî din ê ji ber kuştina Narînê Newzat Bahtiyar di mikûrhatina xwe de gotibû ku "Salim Guran termê Narînê da min."

 

Cinayettin sırrı daha çözülmemişken Salim Güran ile Galip Ensarioğlu'nun Meclis'te iktidar kulisinde çay içtiği fotoğraf karesi ortaya çıktı. Söz konusu fotoğrafta Salim Güran ve Galip Ensarioğlu ile birlikte 2 kişi daha bulunuyor.