Mayîna leşkerên Almanya ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê dirêj kirin

Mayîna leşkerên Almanya ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê dirêj kirin

PeyamaKurd – Di çarçova têkoşîna bi IŞİDê re, biryara mayîna leşkerên Almanya ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê heya 31.12.2026an hat dirêjkirin.

Cîgirê berdevkê hukumeta Almanya Wolfgang Büchner, li Berlînê ragihand ku encumena wezîran ya Almanya biryarê da ku leşkerên Almanya dê heya 31.12.2026an li Kurdistanê û Iraqê bimînin û wezîfa wan dirêj kirine.

Büchner got ku ji bo IŞİDê ji nav bibin û li hemberê talûkê wekî wan berxwedana hêzên Iraqê û Kurdistanê xwurt bikin, ji xwe re kirine armanc û destekê didin Kurdistan û Iraqê.

Büchner, her weha got ku daxwaza mayîna leşkerên Almanya ya li Kurdistanê û Iraqê ji aliyê hukumeta Iraqê de hatiye xwestin û dewam kir:

“Hêzên Çekdar yên Almanya ji bo li hemberê IŞİDê destekê bide misyona NATO yê ya Iraqê (NMI) û CJTF-OIRê, li Iraqê ye û wê desteka xwe dewam bike.”

Li gor biryara encumena wezîran ya Almanya, jimara leşkerên Almanya yên li Iraqê û Kurdistanê bi 500 leşkeran sînor kirine. Wê biryara encumena wezîran di hefta bê de, di Meclisa Federal ya Almanya de bixin ber dengdanê.

Leşkerên Almanya ji sala 2014an heya niha destekê didin Pêşmerge û artêşa Iraqê, sîlihan û muhîmmatan didin Pêşmerge, balafirên çavdêriyê radikin hewa û ji hêzên ewlehiyê re agahiyan dicivînin.