Parêzgarê Duhokê bi şanda Komîsyona Hilbijartinan re civiya: Divê hilbijartin li gorî qanûnan be

Parêzgarê Duhokê bi şanda Komîsyona Hilbijartinan re civiya: Divê hilbijartin li gorî qanûnan be

PeyamaKurd - Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter îro 18ê Îlonê bi şandeka Komîsyona Hilbijartinan re civiya û got, “Divê hilbijartin li dû qanûn û rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bên kirin.”

Parêzgarê Duhokê pêşwaziya şandeke Lijneya Serperiştiyê ya hilbijartinên gera 6an a Parlamentoya Kurdistanê li parêzgeha Duhokê kir. Şanda navborî ji Endamê Civata Komisyonê û serokê lijneyê Dr. Fetah Mihemed Hisên, Sekreterê Giştî yê Kmisyonê Elî Feysel Deham û Birêveberê Nivîsîngeha Duhokê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Xalid Ebas pêk hatibû.

Piştî civînê hate ragihandin, danûstandin li ser amadekariyên bangeşeya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û rêkarên ewlehî û kargêrî li sînorê Duhokê ji bo biserxistinkirina proseya demokrasiyê hatin kirin.

Nûnerên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hêvî xwestin, asta hevkarî û hevahengiya navbera îdareya parêzgehê û Nivîsîngeha Duhokê ya Komisyonê zêdetir bibe û bigihe asteke herî baş, wekî hilbijartinên salên borî ku bi awayekî birêkûpêk û dûrî aloziyan helmeta bangeşeyê bi rê ve çû.