Heval Ebubekir: Em ê li Silêmaniyê ji bo hilbijartinê rewşeke aram peyda bikin

Heval Ebubekir: Em ê li Silêmaniyê ji bo hilbijartinê rewşeke aram peyda bikin

PeyamaKurd - Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir, îro 18ê Îlonê di civîneke rojnamevanî de got, ew hewl didin ji bo helmet û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rewşeke aram û guncav peyda bikin.

Parêzgarê Silêmaniyê ragihand, “Em di hilbijartinan de bi yek çavî li hemû alî û partiyan dinêrin û me rênimayên taybet ji bo hilbijartinan der kirine.”

Heval Ebubekir diyar: “Pêşandana leşkerî û komkirina hêzan li nêzîkî navendên dengdanê qedexe ye û nabe hêzên ewlekarîyê rêgiriyê li tevgera welatiyan di dema hilbijartinan de bikin.”

Heval Ebûbekir got: “Me weke rêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê ji her kesî re gotiye, em ê li hemberî hemû lîste, pêkhate û namzetan, bêalî bin. Her tişt ji bo me yek e. Em hewl didin jîngeheke libar ji bo hemû aliyan peyda bikin.”

Parêzgarê Silêmaniyê da zanîn: “Eger her kêmasiyek hebe, li gor yasayên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û li gorî yasayan, li dadgehan, ew dikarin dozê vekin. Di heman demê de divê em rê nedin diyardeya şerê çekdarî û nimayişkirina leşkerî û qerebalixiya wesayîtan ku tevgera welatiyan asteng bike.”