Li Qoserê du grûb li hev xistin: 1 kuştî û 1 birîndar

Li Qoserê du grûb li hev xistin: 1 kuştî û 1 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li Yeni Mahalle bi sedemekî nehat zanîn di navbera du grûban de pevçûn derket û li hev xistin. Di encamê de Engin K.(59) û Ramzan K. birîndar bûn.

Polîs û tîmên lezgîn yên 112an çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr. Engin K. li nexweşxanê can da.