Şanda Rûsî û UNICEFê ji bo pirsgirêka avê serdana Hesekê kir

Şanda Rûsî û UNICEFê ji bo pirsgirêka avê serdana Hesekê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav çar rojên dawî de cara duyem şandeke Rûsî, Xaça Sor û rêxistina UNICEFê serdana stasyona ava Elokê ya parêzgeha Hesekê kir.

Hate zanîn ku şanda navborî ji bo lêkolînê li ser rawestandina karê stasyonê û dubare vejandina wê bike serdana Hesekê kiriye. 

13ê Îlonê jî Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê ragihandibû, tîmeke Rûsya bi çavdêriya Tirkiyê serdana stasyona ava Elokê kiribû û ji wan re eşkere bû, ji ber dizîn û têkdanê, zirareke mezin bi stasyonê ketiye. 

Hate diyarkirin ku bi qasî nirxê 200 hezar dolaran alavên elektirîkê ji stasyonê hatine dizîn. Ji ber pirsgirêkên stasyonê nêzî milyonek welatiyên Hesekê rastî kêmaviyê bûne.