Li Dêrsimê bi hêza 4.1 erdhej çêbû

Li Dêrsimê bi hêza 4.1 erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê, bi pileya 4.1 erdhejekê rû da.

Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku li demjimêr 16:44’an di 7 kîlomtre kûrahiya erdzemînê de erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê navenda erdhejê navçeya Pulumur a Dêrsimê ye.

Piştî erdhejê ti ziyanek nehat ragihandin.