Dijeterora Herêma Kurdistan: Tirkiyeyê li Mexmûrê hêrişî PKKê kir

Dijeterora Herêma Kurdistan: Tirkiyeyê li Mexmûrê hêrişî PKKê kir

PeyamaKurd - Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihand ku “Di bombebarana droneke Tirkiyeyê ya li ser bingeheke çekdarên PKKê ya li Mexmûrê de, kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.”

Dijeterora Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “Îro danê sibê, di demjimêr 09:45an de, droneke artêşa Tirkiyeyê li Kampa Mexmûrê bingeheke civînê ya endamên PKKê bombebaran kir û di encamê de kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn ku di nav kuştî û birîndaran de berpirsên PKKê hene."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di destpêkê de ji polêsên Mexmûrê re rê nehatiye dayîn ku biçin nav kampê û heta cihê bombebaranê hatiye pakijkirin, paşê wan rê daye û gotine: “Botlê gazê teqiyaye." Lê belê çavkaniyeke polêsên Mexmûrê ragehandiye ku çend perçeyên bombeyan niha li cihê wê teqînê ne.”