Li Licê di navbera PKK û artêşa Tirk de şer
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li çoltera gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyeyê de şer derketiye.
Jêderên ji herêmê dan zanîn ku şer û pevçûnên ku duh bi şev li gundê Pêçarê yê Licê destpê kirine, heta vê sibehê jî dom kirine, bi rûdana şer re gelek leşker û cerdevan arasteyî herêmê bûne û artêşa Tirk dest bi operasyonekê kiriye.
Hate hînbûn ku îro serê sibê jî ji herêmê dengê gule û teqînan hatiye, lê belê di derbarê wendahiyên herdû aliyan de jî ti agahî nehatin bidestxistin.
Jêderan dan zanîn ku piştî rûdana şer û pevçûnan, li devera gundê Pêçarê torên têlefonan betal bûne û ji ber wê yekê ew nikarin bigihînin agahiyên berfireh.
Hêzên artêşa Tirkiyeyê çûnûhatinên devera gundê Pêçarê qedexe kiriye.