Kamyoneta karkerên demsale hildigirt, di helan de çû jêr: kesekî mir û 22 kes birîndar bûn

Kamyoneta karkerên demsale hildigirt, di helan de çû jêr: kesekî mir û 22 kes birîndar bûn

PeyamaKurd -  Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) kamyoneta karkerên demsale hildigirt, di helan de çû jêr, kesekî mir û 22 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 8 karkeran xedare.

Qeza, ber destê êvarê li navça Oğuzeliyê li taxa Yakacıkê qewimî. Di qezayê de ajotvan di nava wan de 23 kes birîndar bûn.

Tîmên lezgîn yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr. Ji birîndaran kesekî li nexweşxanê can da û ji 22 birîndaran rewşa 8 karkeran gelek xedare.