HDK-İ (PDK-Î) teslîmkirina endamê wan ya ji bo Îranê şermezar kir

HDK-İ (PDK-Î) teslîmkirina endamê wan ya ji bo Îranê şermezar kir

PeyamaKurd – HDK-Î (Hizba Demokrata Kurdistana Îran) ji ber asayîşa Silêmaniyê endamekî partiyê teslîmê dewleta Îranê kir, bûyerê şermezar kir. HDK-İ di daxwuyaniya xwe de got:

“Behzad Xesrewi, diya wî û xwuşka wî, ji 10 salî zêdetire ku li bajarê Silêmaniyê dijiya. Bi eksa daxwyaniya asayîşa Silêmaniyê, li bajêr qanûnî îqamet dikir.”

Hêzên asayîşa Silêmaniyê roja Înê bi sedema ku îqama wî ya fermî û îzna wî tine, Kurdekî goya li ser daxwaza wî teslîmê Îranê kiribû. Asayîşê hem gotibû ku têkiliya Behzad Xesrewî bi siyasetê tine. Asayîş dibêje ku Xesrewî bi dilê xwe ewraqan îmze kiriye û dageriyaye Îranê.

Li gor ragihandina PKD a Îranê Xesrewî di 2 hefteyên dawiyê de li Silêmaniye xistine binçav û îstîxbarata Silêmaniyê ew teslîmê Îranê kiriye. Li ser bûyerê HDK-İ got:

“Berya Xesrewî teslîmê Îranê bikin 2 car ew xistine binçav, endamê me bi diya xwe û xwuşka xwe re deh sale li Silêmaniyê bi qanûnî dimîne û xwediyê nasnama parastina ajansa multeciyan ya Neteweyên Yekgirtî UNHCR ye. Heya wî teslîmê Tehranê dikirin, dikaribûn di rêyên qanûnî de mijarê çareser bikirina.”

Serwîsa Îngîlîzî ya Rûdawê teyîd kir ku Xesrewî endamê HDK-İye, nasnama parastinê ya UNHCR heye û îqama wî ya Kurdistanê heya dawiya salê heye.

Hengaw gotiye:

Rêxisitna mafê mirovan ya Îranê ku navenda wê Norweçe ragihand ku Xesrewî 35 salî roja Pêncşemê li Silêmaniyê ji ber wêneyên lîderên partiyên Rojhilat di ser medya civakî de parvekiriye, li Silêmaniyê wî xistine binçav.

Hengawê, ragihand ku Xesrewî di nûfûsa bajarê Seqizê de qeydkiriye û li asayîşa Silêmaniyê bi dijwarî lê îşkence kirine û teslîmî Îranê kirine.