Li Rihayê du malbat ser kirin: 6 birîndar

Li Rihayê du malbat ser kirin: 6 birîndar

PeyamaKurd- Îro berê êvarê li bajarê Rihayê li taxa Qarakopriyê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket. Piştî pevçûnê mirovên her du malbatan jî ketin nava şer û bi dar û keviran li hev dan. Piştî wî dest avêtin sîlihên xwe û şer mezin bû. Di bûyerê de 6 kes birîndar bûn.

Piştî agahdarkirina cendirmeyan û tîmên tenduristiyê, hatin ciyê bûyerê û birîndaran şandin nexweşxaneyan. Şer dan rawestandin.

Kemal (30), Murat (21), Mehmet (40) û Abdurrahman Sevgili (22) ji malbatekî ne. Ji malbata dinê ya bi paşnavê Topalremoğlu Ali (21) û Mahmut (38) birîndar bûne.

Cendirem di mijara bûyerê de lêpirsînê da destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin