Li Rihayê erdhejeke bi mezinahiya 5.5an pêk hat

Li Rihayê erdhejeke bi mezinahiya 5.5an pêk hat

PeyamaKurd -Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê li demjimêr 10:40’i erdhejeke bihêz bi pileya 5,8an rû da.

Çavdêrxaniya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçî ragihandin ku erdhej di kûrahiya 5,4 kîlometran a erdê de çêbûye.

Navenda erdhejê wekî navçeya Karakopru ya Rihayê hate tomarkirin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbakir, Meletî, Batman, Mêrdîn, Xarpêt, Semsûr, Dîlok û Meletiyê hest bi erdhejê hate kirin.

Heta niha derbarê ziyanên erdhejê de ti agahiyên piştrastkirî nehatine.