PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê (Urfa) li navça Eyyübiye di êrîşa ku kirin ser dukkana telefonan, kesê bi navê Mehmet Ali Geldi birîndar kirin. Polîs ji bo êrîşkeran bigre dest bi xebatê kir.
Êrîş, li taxa Hayati Harrani qewimî û bi çekan avêtin ser dukkana telefonan. Li ser agahdarkirina polîsan û tîmên tenduristiyê, kesê birîndar Mehmet Ali Geldi, birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Rihayê. Lê Geldi li nexweşxanê can da.
Niha polîs ketiye pey êrîşker an êrîşkeran da wan bigre.