PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 238 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 5 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên dawî yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar kir, 5 kesan can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa da zanîn: ‘‘238 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û ji wan 18 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 31 kes li Dêrikê, 10 kes li Girkê Legê, 3 kes li Amûdê, 4 kes li Dirbêsiyê, 44 kes li Reqayê, 1 kes li Rimêlanê, 44 kes li Kobanî, 27 kes li Minbicê, 26 kes li Tebqayê û 9 kes li Dêrezorê ne.’’
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 saetan de, 7 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3625 kesan, ji wan 665 kes baş bûne û 109 kesan can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin