Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 93 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 93 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 39 kes li Hesekê, 20 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 4 kes li Amûdê, 2 kes li Kampa Holê, 2 kes li Kampa Newroz, 1 kes li Kampa Roj, 2 kes li Herêma Feratê, 16 kes li Reqayê, 3 kes li Tebqayê û 1 kes li Minbicê ye.

Bi van amarên dawî re hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 19080 kesan ya mirinan bû 768 kes û heta niha 1912 kes baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin