Li Rojhilatê Kurdistanê 5 pêşmerge şehîd bûn

Li Rojhilatê Kurdistanê 5 pêşmerge şehîd bûn

PeyamaKurd - Li gorî agahiyên medya heremî, şeva borî li Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzên Rojhilatê Kurdistanê û artêşa Îranê de şer derket.

Hate zanîn ku şer li nêzîkî gundê Musalan ê Serdeştê û navçeya Berî Mêrgan a Pîranşarê derket.

Heta niha daxuyaniyek fermî li ser bûyerê nehatiye belavnekirin. Lê tê gotin di encama şer û pevçûnan de, li navçeya Qizqapan a Pîranşarê 5 pêşmerge şehîd bûne.

Der barê şerê li Musalan a Serdeştê de heta niha tu agahî nehatine belavkirin.

Li gorî agahiyan her pênc pêşmergeyên şehîd bûne, endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê heta niha tu partiyekê daxuyaniyeke fermî nedaye.