PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Seqizê mamoste daketin qadan û bi xwendina sirûda neteweyî, doza serbestberdana mamosteyên girtî û bidestxistina mafên mamostetiyê kirin.
Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya 1ê Gulanê, Cejina Karkeran a Cîhanê de mamoste daketin qadan. Di xwepêşandana mamosteyan de fotoyên mamosteyên girtî hatin hildan û sirûda neteweyî ya Ey Reqîb hat xwendin. Mamosteyan bi çalakiya xwe, daxwaza başkirina rewşa jiyanî û mafên mamostetiyê li rayedaran kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin