Li Rojhilatê Kurdistanê pêleke nû ya girtin û îşkencekirinê

Li Rojhilatê Kurdistanê pêleke nû ya girtin û îşkencekirinê

PeyamaKurd - Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê girtin, binçavkirin, îşkencekirina welatî û çalakvanan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve zêde bûne.

Li gorî raporan, girtiyên siyasî Îsa Feyzî û Daniyal Rehmanî ku li bajarê Kamyaranê hatine girtin, ji bo îtîrafên bi zorê rûbirûyê îşkenceyên giran û derûnî bûne û ev zilm bûye sedema felcbûna demkî ya destên Îsa Feyzî.

Di heman çarçoveyê de, ciwanê 18 salî Daniyal Niyazî ku xelkê Şîrwanê ye ev zêdetirî 5 meh in bi awayekî kêfî di girtîgehê de tê girtin û di bin îşkenceyê de tohmeta "dijberiya Xwedê" li ser hatiye sepandin.

Herwiha di rojên dawî de li bajarên Îlam, Bokan û Seqizê jî hejmarek welatî û çalakvanên wekî Seîd Asare, Elî Zulfî, Mîhran Behramî û Mihemed Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bêyî biryara dadwerî û bi zorê hatine binçavkirin û çarenûsa piraniya wan nayê zanîn.

Li aliyê din dezgeha dadwerî ya Îranê zextên xwe yên li ser rewşenbîr û mamosteyên Kurd giran kiriye; di vê çarçoveyê de cezayê 14 mehên girtîgehê li mamoste Arya Nûranî û cezayê du salan girtîgehê li mamosteyê teqawidbûyî Ehmed Elîzade hatiye birîn.

Ew her sê çalakvanên xelkê Bokanê Mensûr Qadirzade, Yûsif Emînî û Elî Şukrî jî piştî sê hefteyan di ser girtina wan re, tenê li beramberî dayîna du milyar tumen kefaletê ji bo her yekî, biryara azadkirina wan a demkî hatiye dayîn.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Ebdulrehman Borûmend, rewşa darvekirinan gihîştiye asteke metirsîdar û ji destpêka îsal ve herî kêm 816 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Rêxistinê bal kişand ser vê yekê ku ji ber veşartina zanyariyan ji aliyê rejîmê ve, dibe ku hejmara rastî ya darvekirinan pir zêdetir be.