Li Şêxmeqsudê malên sivîlan hatin şewitandin

Dîroka Weşanê :
Li Şêxmeqsudê malên sivîlan hatin şewitandin

PeyamaKurd- Hata ragihandin ku li taxa Şêxmeqsûd a Kurdan ku çekdarên Şamê ketinê, malên sivîlan têne şewitandin.

Li gorî çavkaniyên ji Helebê, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Şamê malên sivîlan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şewitandine.

Çavkaniyan daye zanîn ku çekdaran sûcên wek kuştina li qadan, girtinên bi zorê û talankirina malên sivîlan kirine.

Herwiha tê diyarkirin ku hêzên hikumeta demkî hê jî rê nadin dezgehên çapemeniyê ku bikevin taxê, ji bilî yên girêdayî wan.