PeyamaKurd - Li Semsûrê (Adıyaman) li navça Besniyê di navbera du malbatan de pevçûn derket û bi kêran li hev xistin. Di encamê de 8 kes birîndar bûn û 5 kes hatin binçavkirin. Sedema pevçûna wan nehat zanîn.
Her 8 kesên ku bi kêra birîndar bûn, tîmên 112an yên tenduristiyê wan bir nexweşxana dewletê ya Besniyê beşa acilê.
Rewşa wan birîndaran başe û hêzên ewlehiyê 5 kesan xiste binçav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin