Li Sêweregê di qezayê de 5 kes birîndar bûn

Li Sêweregê di qezayê de 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêweregê 2 otomobîl li hev ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Di qezayê de ajotvanên otomobîlan Ersin Karaciğa (32) Ramazan Geyik (22), Fatih (19), Berat (19) û Şahin Geyik (17) birîndar bûne.

Li ser dayîna agahiyan tîmên cendrimeyan, tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûne ciyê bûyerê. Her 5 birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxana dewletê ya Sêweregê.

Ji ber talûka jiyanê ya Ersin Karaciğa û Fatih Geyik hebûye, ew şandine bajarê Rihayê nexweşxanê.