Li Silêmaniyê di qezayê de 4 bira can dan

Li Silêmaniyê di qezayê de 4 bira can dan

PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê otomobîla ku diçû navçeya Dukanê bi sedema leza zêde qeza kir û di encamê de 4 bira mirin û dê û bavê wan jî birîndar bûn. Rêvebirê trafîkê yê Pîremegrûn Feqe Resûl di derbarê qezayê de ji bo Rûdawê weha ragihandiye:

“ Danê êvarê dê û bav bi 4 kurên xwe re bi otomobîla xwe ya taybet diçûn Dukanê. Di dema çûnê de otomobîl ji ser rê derket û wergeriya. 4 bira can dan û dê û bavê wan giran birîndar bûn. Malbat ji Kerkûkê ye û bavê wan yê 41 salî otomobîlê dajot. Ji ber zêde bilez ajotiye, di dema qezayê de fren kiriye û şopa lastîkê 73 metre xwuya dike.

Temenên birayan 9, 14, 18 û 18 ne. 2 bira li ciyê qezayê û 2 bira li nexweşxanê wefat kirin. Diya wan jî li nexweşxanê giran birîndare.”

Navên di qezayê de mirine û birîndar bûne nehat zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin