PeyamaKurd - Mûçeyê tevahiya karmend û nojdarên nexweşxaneyeka bajarê Silêmaniyê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat dizîn.
Berpirsê beşek ji nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê got, îro mûçeyê tevahiya karmend û nojdarên nexweşxaneya Şar, ku derdora milyarek û 300 milyon dînar (zêdetirî yek milyon dolar) dibû, hat dizîn.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew dirav ji aliyê 4 kesên çekdar ve hatiye dizîn ku rûyê xwe pêçabûn. Yek ji wan jin bûye.
Tê gotin ku wan çekdaran pêşiya otomobîla ku dirav tê de bûye, girtine û bi zora çekan dirav hildane û reviyane.
Polîsê Silêmaniyê dest bi lêpirsîn û lêgerînek berfireh kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin