PeyamaKurd- Sala borî li Silopiya li navçeya Şirnexê di navbera du malbatan de şer derketibû û du kes jiyana xwe ji dest dabûn. Bo rakirina xwîndariyê ji holê, rêvebirên bajarê Şirnexê bi parlementerê Şirnexê Rizgîn Birlik, bi parêzger û qeymeqamê Silopiya û bi rûsipiyên bajêr ve ketin navbera her dû malabatan û wan lihev anîn.
Di lihevanînê de parlementerê AKP ê Birlik axaftineka bi Kurmancî kir û meşeka dirêj ya aştiyê kirin. Parêzgerê Şirnexê di axaftina xwe de behsa erdheja li Xarpêtê ku çawa millet di rojên weha de bi hevre tevdigere û girîngiya aştiyê anî ziman.
Muftiyê Şirnexê Ramazan Tolan jî bo her dû kesên kuştî û kesên ku di erdheja Xarpêtê de jiyana xwe ji dest dan dia kir û fatîhê xwend.
Sala borî di navbera du malbatan de pevçûna ku çêbû, tê de kesên bi navên Cemal İsaoğlu paşî yê bi navê Ferhad Şengil hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin