PeyamaKurd – Li sînorê Daqûq û Xurmatûyê îro danê sibê dronek ket xwarê.
Li gor zanyariyan, îro danê sibê dronek li sînorê Daqûq û Xurmatûyê firiya û piştre ket xwarê, herwiha eşkere kir, hîn ne diyar e ku ew dron ser bi kîjan alî ve ye, lê belê ji ber logo û navnîşana li ser dronê xuya ye, dibe ku droneke Amerîkî be.
Hat diyarkirin, ew cihê ku dron li ser difiriya, cihekî qedexekirî ye.
Li gor zanyariyan, niha hêzên artêşê û îstixbarat û asayîşa niştimanî li cihê bûyerê ne.
Herwiha çapemeniya Iraqê dibêje, drona ku ketiye xwarê, ji cûreya MQ1 Gray a Amerîkî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin