Li Şirnexê dolmûşa xwendevanan wergeriya jêr: 5 birîndar

Li Şirnexê dolmûşa xwendevanan wergeriya jêr: 5 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Silopiya dolmûşa ku xwendevanan hildigirt li devera Nevro  wergeriya û 5 kes tê de birîndar bûn. Hat ragihandin ku 4 birîndar xwendevanin û yê din jî ajotvanê dolmûşê ye.

Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê birîndaran derman kirin û wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Silopiya.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.