PeyamaKurd– Li şûna wan parlementerên ku bûne endamên kabîneya nû ya hikûmetê, parlementerên nû hatin diyarkirin.
Endamên kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê duhî ji aliyê serokwezîrê nû yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatin ragihandin.
Di nav endamên kabîneya nû de 4 parlementer jî hene. Li gorî qanûnên Kurdistanê, divê ew parlementer dest ji parlementeriyê berdin û li şûna wan parlementerên nû bên hilbijartin.
Ew parlementerên ku derbasî kabîneya nû bûne, ev in:
Li gorî agahiyan, li şûna Vala Ferîd, Lence Dizeyî dê bibe parlemnter, li şûna Bêgerd Talebanî, Şîrîn Yûnis dê bibe endama parlementoyê, li şûna Ebdullah Hacî Mehmûd, Bapîr Kamela dê derbasî parlementoyê bibe û li şûna Aydin Meirûf jî dê Sebah Bîlal rûnê.
Parlementerên nû piştî ku seroka nû ya parlementoyê Rêwas Fayîq (YNK) dest bi kar bû, dê sûnd bixwin û bi fermî bibin endamên parlementoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin