Li Wan, Batman û Semsûrê biryarên karantînayê

Li Wan, Batman û Semsûrê biryarên karantînayê

PeyamaKurd - Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Wan, Batman û Semsûrê ji bo hin deveran biryarên karantînakirinê hatin dayîn û ew dever bo 14 rojan xistin karantînaya koronavîrusê.

Parêzgariya Wanê ragihand, gundekî girêdayî bajarokê Rêya Hevrişîmê hatiye karantînakirin bi sedema 6 pêketiyên korona li gund hatine tomarkirin.

Desteya Tendirustiyê ya Bajarokê Sergolê yê Semsûrê jî biryara karantînkirina sê gundan û karantînkirina navenda bajêr ji bo heyama 14 rojan ragihand ku ketin û derketin hatiye qedexekirin.

Herwiha li bajarokê Sasonê yê Batmanê jî du gundên girêdayî bajarokê, bi armanca pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê hatin karantînekirin, bi sedema testên çend kesên ku ji derve derbasî gundan bûne pozîtîf deketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin