PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di meha Avrêlê de bi “hinceta PKKê” 222 kes hatine desteserkirin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 1 û 14ê Avrêlê de bi hinceta “rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê” çendîn operasyon pêk hanîne û di van operasyonan de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKê” 222 kes hatine desteserkirin.
Rêveberiyê da zanîn ku di derbarê kesên hatine desteserkirin de karên yasayî hatine destpêkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin