Li Wanê cebilxaneya kelesan hat dîtin

Li Wanê cebilxaneya kelesan hat dîtin

PeyamaKurd - Li navçeya Rêya Ermûşê (Îpekyolû) ya bajarê Wanê li eraziyeke vala cebilxaneyeke 9 keleşkof û 150 guleyên tivîngê tê de hebûn, hat dîtin.

Hat zanîn li ser giliyekî tîmên dijî terorê li ser eraziya li taxa Hacibekir a navçeya Rêya Ermûşê lêgerîn kirine û di encama wê lêgerînê de bi ser çekên veşartî de bûne.

Hat ragihandin, di encama vekolanê de 9 keleşkof û şarjorên wan û 150 mermiyên tivîngên nêçîrê hatine dîtin.

Derbarê çekên hatine dîtin de, lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin