Li Wanê di roxandina avahiya tunelê de 2 karker can dan

Li Wanê di roxandina avahiya tunelê de 2 karker can dan

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera bajarê Wanê û Hakkariyê de înşaata tunelê dewam dike û îro bi roj di tunelê de roxandin çêbûbû. Di roxandinê de 4 karker di bin roxandina tunelê de mabûn û ji wan 4 karkeran 2 karker bi saxî derxistibûn. Her dû karkerên din yên di bin enqaza tunelê de mabûn, piştî xebatekî dûr û dirêj tîmên rizgarkirinê tenê karibûn xwe bigihînin cesedên her 2 karkeran.

Bi sietaye ku tîmên AFADê, cendrime, UMKE û îtfaiye dixebitîn da bi saxî her du karekan ji bin axê derxin lê mixabin tenê cesedê wan derxistin.

Agahiya ku di tunelê de çi qewimîbû, ji aliyê karkerê ku ji bin enqazê birîndar derxistibûn yê bi navê Cemil Diyapoğlu de li nexweşxanê hat dayîn. Di dema xebata di tunelê de, roxandin çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin