Li Sax a Wanê teqîn: 2 karker mirin û 8 birîndar bûn

Li Sax a Wanê teqîn: 2 karker mirin û 8 birîndar bûn

PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Şaxê (Çatak) êrîş birin ser erebeya şîrketa ku rê çêdike. Erebe ya ku karmendan dibir û dianî. Di encama teqandina erebê de 2 karmend jiyana xwe ji dest dan û 8 karmend birîndar bûn. Parêzgeha Wanê di mijara teqînê de weha got:

“Li bajarê me, li navçeya Şaxê, li devera Narli ya ku rê dihat çêkirin da rê bibin Zozanê Belbûkayê, siet li dora 18.00 yan bi bombeya bidestçêkirî êrîş kirine ser ereba serwîsê. Di bûyerê de 2 karker mirine û 8 karker jî birîndar bûne. Birîndaran bi helîkopterê birine nexweşxaneya Wanê ya Perwerdê û Lêkolînê bo dermankirinê. Piştî êrîşê li herêmê operasyonên berfireh tên kirin.”

Parêzgeh ji bûyerê PKK ê berpirs digre lê heya niha ji PKK ê ti agahî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin