Bangewaziya Kurdistanê li Iraqê ji bo Helebceyê

Bangewaziya Kurdistanê li Iraqê ji bo Helebceyê

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din bang li Iraqê kir ku zirar û ziyana qurbaniyên qetlîama Helebceyê bide.

Bi minasebeya 30emîn Salvegera Kîmyabarana Helebceyê Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi qedr û rûmet bejna xwe li hember canê pakê şehîdên Helebceyê diçemînin, bi xem û kovaneke kûr yada wan şehîdên nemir ji; sava, zarok, jin, mêr, gênc û kalan dikin ku di nava bi tenê çend deqîqyan de, spêdeya roja 16 Adara 1988ê bûne qurbaniyên hovatiya yek ji rejimên herî diktator ên dîrokê,  guneha wan ne tiştek bû, guneha wan bi tenê ew bû ku kurd bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin:
"Di demekê de ku tawana kîmyabarana Helebceya Şehîd  5 hezar şehîd li pişt xwe hiştin, nêzîkî 10 hezar birîndar jî xistin nav jiyanake tijî derdeserî û heta mane di nav jan, êş û azaran de bijîn û ti lezetê ji jiyana xwe nebînin û ew bibin şahidê wê tawana mezin ya dijî mirovî, xweza û jiyanê li ber çavên cîhanê encam da û hîngê tu kesî li ser vê tawana mezin deng nekir, tawanek ku mezlûmiyeta gelê Kurdistanê û hovatiya desthilatdarên berê li Bexdayê bi hemû cîhanê nîşan da."
Herwiha bang li hat kirin ku qurbaniyan qerebû bike û wiha dewam kir:

"Di vê yada bi xem û kovan de, em careka din dupat dikin ku em li gor şiyana xwe ji bona xizmetkirina Helebceyê xemsarî û kêmasiyê nakin û em careke din daxwazê ji dewleta Îraqê dikin ku, erk û wezîfeya ser milên xwe  der barê qerebûkirina qurbaniyan û avedankirina Helebceyê de bi cih bîne  û civaka navdewletî jî rê nede ku careka din tawaneka bi vî awayî li tu derên din li ser zemînê dubare bibe.

Nemirî ji bo şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin