PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de pevçûn derket û 3 ji wan bi giranî 8 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin, li mezraya Dayanc a ser bi taxa Gulederen a navçeya Payîzava, di navbera endamên du malbatan de alozî derket û aloziya bi nîqaşê dest pê kir vegeriya pevçûnê.
Endamên herdu malbatan dar û beran li nav sûkê bi hev ketin ku di encama wê pevçûnê de, 8 kes ji herdu aliyan birîndar bûn.
Herwiha 3 kesên rewşa wan giran bû jî öt Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê hatin veguhestin ku birîndarên din jî şandin Nexweşxaneya Payîzavayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin