Di lehiyê de 103 kesan can da, 27 hezar mal rûxiyan

Di lehiyê de 103 kesan can da, 27 hezar mal rûxiyan

PeyamaKurd – Di encama rabûna lehiyê de, li welatê Sûdanê 103 kesan can da û 27 hezar mal jî rûxiyan.

Li gorî ragihandina Wezareta Naxwe ya Sûdanê, di encama  lehiya piştî baranên zêde ya hefteya borî de, 103 kesan jiyana xwe ji dest daye û 50 kes jî birîndar bûne.

Herwiha wezaretê daye xuyakirin ku zêdetirî 27 hezar mal bi tevahî di ber lehiyê de rûxayine.

Hat diyarkirin ku herî zêde herêma El-Qedarif, Xertûm, bakurê Kerdefan, çemê Nîlê, başûrê Kerdefan, Nîla Spî û başûrê Darfûrê ji lehiyê ziyan dîtine.

Piştî bobelata lehiyê, rêxistinên mirovî û hin dewletên wekî Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî û Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyên bilez bo ziyandîtiyan şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin