"Em binpêkirina sînoran ji aliyê Tirkiyeyê ve red dikin"

"Em binpêkirina sînoran ji aliyê Tirkiyeyê ve red dikin"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî ragihand ku ew destûrê nadin ji nav sînorê Iraqê êrîşî Tirkiyeyê bê kirin.
 Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim, şevê dî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî re axaftinek telefonî pêk anî.

Hat ragihandin ku Yildirim, ji Îbadî xwestiye ku li hember PKKê tevdîran bistînin. 

Der barê axaftinê de Serokwezîriya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku,  “Di axaftina ligel Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim hat kirin de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî gotiye; Wê hêzên me li seranserê Iraqê kontrolê bidest bixin. Li serdana me ya Mûsilê jî fermandarên me destnîşan kiribûn ku destûrê nadin hêzên çekdarî ku li herêmê bi cih bibin. Êsta ji aliyên hêzên me ve kontrola sînoran hatiye bidestxistin. Bi çi şiklî dibe bila bibe, ji aliyê Tirkiyê ve binpêkirina sînoran red dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin