Şanda Îmraliyê bertek nîşanî zanyariyên derbarê Ocalan de da: Pêvajoyê sabote dikin

Şanda Îmraliyê bertek nîşanî zanyariyên derbarê Ocalan de da: Pêvajoyê sabote dikin

PeyamaKurd - Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê "têbiniyên hevdîtinê" û "notên civînê" yên ku li ser medyaya civakî bi navê Abdullah Ocalan hatine belavkirin daxuyaniyek belav kir.

Şandê diyar kir ku ev metnên bêbingeh û guherandî bi mebesta bandorkirina ser raya giştî û provokasyonê hatine amadekirin û tekez kir ku helwestên bi vî rengî bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hewldanên bi vî rengî rasterast ji bo sabotekirina Ocalan û qonaxa ku hatiye destpêkirin hatine kirin.

Şanda Îmraliyê banga hişyariyê li raya giştî kir û ragihand ku ji bilî zanyarî, belge û daxuyaniyên ku ji aliyê malbat, parêzer an jî rasterast ji aliyê Şanda Îmraliyê ve nehatibin parvekirin, divê bawerî bi ti nûçe û belgeyên din neyê anîn.