PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî çekdarên cîhadî yên girêdayî Tirkiyê yên paramilîter ketine bajarê Girê Spî heman wekî Efrînê dest bi dizî û talanê kirine.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, xêr û bêrê xelkê Girê Spî didizin û dişînin Tirkiyê.
Li gorî zanyariyan, çekdarên girêdayî Tirkiyê piştî ku ketin gundê Dehlîz ê Girê Spî, dest bi talankirina depoyên genim ên gund kirine ku di wê depoyê de 11 hezar û 400 ton genim hebû.
Çavkaniyên herêmê dibêjin, çekdar her kîloyeke genim, bi 25 an 30 lîreyên Sûriyê difiroşin û derbasî Tirkiyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin