PeyamaKurd- Meclisa Iraqê li ser daxwaza Muqteda El Sadr bo çareseriya bûyerên bajarê Basrayê wê sibê bi rewşeka awarte bicive. Li gor ragihandina mekteba meclisa Iraqê bo civînê, wê Heyder Abadî û wezîrên pêwendîdar bikevin civînê. Mekteb bi awayeka nivîskî weha ragihand:
“Di civînê de wê pirsgirêkên Basrayê û dermankirina bûyerên dawiyê bên giftûgokirin.”
Serokê ayînî yê şîayên Iraqê Ayetûllah Elî es-Sistanî jî ragihand ku ew bi endîşe bûyerên li Basrayê dişopînin û xwest ku li dijî xwepêşandêran şiddetên zêde bikarneynin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin