Mesrûr Barzanî li ser aloziyên vê dawiyê û bertek û bersivên partiyan daxuyaniyek da

Mesrûr Barzanî li ser aloziyên vê dawiyê û bertek û bersivên partiyan daxuyaniyek da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rewşa dawî daxuyaniyak da û ragihand, bila her kes û aliyek alîkar be da ku Kurdistan ji vê qonaxa zehmet derbas bibe.

Serokwezîrê Herêm Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser aloziyên vê dawiyê û bertek û bersivên di navbera partiyan û aliyan de daxuyaniyek da.

Serokwezî Barzanî destnîşan kir ku welatî hêjayî wê yekê ne ku  gelekî xizmeta wan bikin ne wan bixin nav tirs û nîgeraniyê.

Naveroka daxuyaniya Mesrûr Barzanî wiha ye:


Di van çend rojan de peyam û nameyên gelek kesayetî û aliyên şirîk di hikûmetê de û yên li derveyî hikûmetê bi taybet nameya tîma YNKê ya hikûmetê de gihîşt destê min.  Ewa ku pêwîst be bo eşkerekirina rastiyan, hatiye gotin ji ber wê jî êdî pêwîst nake bertek û bersiv berdewam bin.

Welatiyên Herêma Kurdistanê westiyan e û ji vê rewşa ku hatiye pêş jî nîgeran in. Welatiyên me hêjayî wê yekê ne ku em gelekî xizmeta wan bikin ne wan bixin nav tirs û nîgeraniyê.

Erka me dewletdarî û çareserkirina arîşeyan e û divê her kes û aliyek alîkar be da ku alozî zêde mezin nebin. Ji bo şirîkên hikûmetê jî, cihê herî baş bo axaftin û behskirina nêrîn û pirsgirêkan, civîna encumena wezîran e. Ezê bersiva name û nêrînên wan jî li wir bidim. Ez hêvîdar im her aliyek, dûr ji berjewendiyên hizbî, erkên xwe yên niştimanî bicîh bîne da ku em bi hev re bikarin ji vê qonaxa zehmet derbas bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin