PeyamaKurd - Dadgerê Dadgehê ji Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş pirsî: "Mala te daîre ye?" Demirtaş got: "Belê, ne koşk e!"
Demirtaşê ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ye û niha li girtîgeha Edîrne ya tîpa F dimîne, ji ber axaftinên xwe yên siyasî yên berê îro li Stenbolê bi rêya telekonferasnê derket pêşberî dadgehê.
Dadger pirsa “Navnîşana te li ku ye, Meclisa Mezin A Tirkiyeyê Çankaya ye” kir û Demîrtaş jî bersiva “Na ew navnîşana min a kevn e."
Demirtaş li ser pirsa "Ma mala te daire ye?" got "Belê ne koşk û seray e!"
Piştî parastina parêzeran dadgehê biryar da ku gotinên Demirtaş li ser heqareta Serokkomar ji ajansên nûçeyan hatine girtin û doz hewaleyî Dadgeha Cezayên Esliyê a duyemin li Stenbolê kir ku li cezayên çapemeniyê dinêre. Dosye şand vê mehkemeyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin